Di doza darizandina polîsê kevn Derek Chauvin de, ku bi kuştina George Floyd dihat tawanbar kirin, biryar hat dayîn.
Endamên desteya biryarderan (jurî) Chauvin di ser kuştina asta duyê û asta sêyê sûcdar kirin û dan zanîn ku ew bûye sedem ku Floyd bimire.
Chauvin berê bi kefaletê hatibû berdan, lê piştî biryara jurîyê careke din hat desteser kirin.
Dadwer da zanîn ku cezaya girtîgehê ya Chauvin dê piştî du mehan eşkere bibe ku dibe ku polîsê berê bi dehan salan cezaya girtîgehê bistîne.
Li gor qanûnên Amerîka, bo kuştina asta duyê ya neplankirî herî zêde 40 sal, ya asta sêyê herî zêde 25 sal, û bo sebebîyeta bo asta duyê jî 10 sal ceza tê dayîn.
12 endamên jurîyê berî biryarê ragihînin sê hefteyan li şahid, polîs û pisporên bijîşkî guhdarî kiribûn û dîmenên ji cîhê bûyerê temaşe kiribûn.
Di dîmenan de xuya dibe ku Chauvin ji 9 deqîqeyan zêdetir bi çongê xwe pêlî stûyê Floyd dike.
Parêzerên Chauvin îdia kiribû ku bi awayekî zêde dermanekî bi navê Fentanîl xwariye û wî jiber wê yekê nefes nestandiye.
Berpirsê Ewlekarîya Minneapolisê Medaria Arradondo dabû zanîn ku Chauvin gava Floyd desteser kiriye, rêzika ser karanîna hêzê ya polîsan binpê kiriye.