Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê di Şerê Erd û Zevîyan de 9 Gundî Hatine Kuştin


Li Amedê li gundokên Şidadan û Sarihuseyn yên Bismilê jiber pevçûna erd û zevîyan 9 kes hatin kuştin.

Li gor çavkanîyên heremî di nav gundê Şidadan û Sarihuseyn jiber 300 donim erdên bejî yê xezîneya dewletê, di nav her du gundan neyartî heye.

Her du alî jî îda dikin ev erd li ser sînorê wan e û mafê ajotina erd jî ya wan e.

Gundîyên ku erdê ku genim çandine dema çûne genim biçinin, pevçûn derketîye û hin kes agir bi zad xistine û li ser vê yekê bi çekan şer kirine.

Ji gundê Sarihuseynê ji malbata Alyamaç 5 ji gundê Şidana ji malbata Taş jî 4 kes hatin kuştin.

Li gor agahîyên hatin bidestxistin, ev 9 kes jî hev kuştine. Cenderme di demjimêr 10'an de giheştîye cîhê bûyerê û bi xêra gundîyên dorê agir hate vemirandin.

XS
SM
MD
LG