Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Înê ragihand ku ew bi vîrusa korona ketiye.
Johnson di peyameke vîdyoyî de dîyar kir ku encama testa wî erênî derket û hîn nîşaneyên sivik di canê wî de xuya dibin.
“Ez vê gave baş im, lê min xwe li malê hêştiye, Ezê karê xwe ji malê, bi awayê vîdyokonferansan bi rêve bibim,” Johnson got.