Bajarvanê New Yorkê Bill de Blassio dîyar kir ku sînordakirinên jiber vîrusa korona hatine ragihandin dê ji 1’ê Tîrmehê pê ve bi temamî werin rakirin.
De Blassio da zanîn ku New York dê ji 1’ê Tîrmehê pê ve bi temamê kapasîteya xwe vegere jîyana xwe ya normal.
‘’Hemî agahîyên di destê me de raber dikin ku bajar dê ji 1’ê Tîrmehê jinûve bi temamê kapasîteya xwe vegere jîyanê’’ de Blassio got.
Li gor daxuyanîya de Blassio dê temamê ofîs, sînema, salonên konserê û salonên sporê jinûve vebin.
Wî da zanîn ku ew bo têkoşîna dijî vîrusa korona di qonaxên dijwar re derbaz bûne û spasîya gelê New Yorkê kir.
De Bassio dîyar kir ku metroya New Yorkê, ku pirtir ji salekê ye bi kapasîteya biçûk dixebite, dê ji 1’ê Tîrmehê pê bi temamê kapasîteya xwe 7 roj û 24 saetan bişixule.
Bajarvanê New Yorkê dîyar kir ku hejmara pêketinên vîrusa korona û kesên dikevin nexweşxaneyan roj bi roj kêmtir dibin û bal kişand li hêla wan jimareke zêde ya vaksînan jî hatine karanîn.
De Blassio da zanîn ku li New Yorkê bi qasî 6,3 mîlyon doz vaksîn hatine karanîn û got ku ew bawer dike ku ew havîneke pir rind bibînin.
Wî herwiha dîyar kir ku di Îlona pêş de jî perwerdeya rûbirû dê jinûve destpê bike.