Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Austin li Qatarê Hevdîtin Pêk Anîn


Antony Blinken, Lloyd Austin, bi karbidestên Qatarî re

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Beravanîyê Lloyd Austin roja Seşemê li Doha paytexta Qatarê bi karbidestên Qatarê hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Beravanîyê Lloyd Austin roja Seşemê li Doha paytexta Qatarê bi karbidestên Qatarê hevdîtin pêk anîn. Di sardana îro de, mijarên wekî hewldanên derxistina Amerîkî û Afganî ji Afganîstanê û mijarên din yên herêmî hatin gûftûgo kirin.

Piştî cîvîna li gel Emîr Al Thanî û Wezîrê Beravanîyê Khalid bin Mohammed al-Attiyah, Blinken li ser twitterê nivîsand ku ew spasdarî piştevanîya bêhempa ya Qatarê yê ku di derxistina ewle ya bi sedan hemwelatîyên Amerîkî û bi hezaran Afganî û kesên din de ji Afganîstanê piştgirî daye.

Karbidestên Wezeratê Derve roja Dûşemê gotin ku 4 Amerîkîyên din jî bi ewle bi rîya erdê ji Afganîstanê derketine û derbasî welatekî din bûne. Le navê welatê nêzîkî Afganîstan nehat dîyar kirin.

Piştî serdana Qatar, wê Blinken biçe Almanyayê da ku li wir bi leşkerên Amerîkî û penabarên Afganî re, li bargeha Ramstein ya Amerîkî werin ba hev.

Blinken her wiha wê li Almanya, li gel wezîrên 20 welatan civîneke online lidarbixe ku alîkarîya bicihkirina penaberên Afganî gotûbêj bikin.

XS
SM
MD
LG