Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Bo Konferansa Berlin Ya Derbarê Lîbya Serdana Almanya Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Sêşemê serdana Almanya dike ku dê li wêderê konferansa derbarê Lîbya bihê kirin û li gel hevpîşeyê xwe yê Alman dê derbarê hewildanên înkarkirina Holocaust û dijatiya cihûyan gotûbêjan encam bidin.

Roja Çarşemê Almanya û Netewên Yekbûyî dê mazovaniya konferansa Berlin bikin, da ku li ser bingeha karên berî niha derbarê Lîbya ava bikin û agirbesteke maynde bihê kirin û piştevaniya hikûmeteke stabîl hebe.

Şanderê taybet yê Amerîka bo Lîbya Richard Norland got, danûstandin dê hêzeke palpişt be bo pêşdabirina pêngavên ku pêwîste di demek nêzîk de bihên avêtin jibo encamdana hilbijartinan li meha 12an Dîsembera îsal, di nav de binecî kirina bingeha destûrî û yasayî ya dengdanê.

Richard Norland roja Duşemê gotbû rojnamevnana, konferans dê tekezê li ser derketina çekdarên biyanî bike ji Lîbya.

Bêaramiya Siyasî li Lîbya

Lîbya ji serhildana sala 2011ê heta niha di nava bê aramiyê de ye, dema ku bi alaîkariya NATO dawî li desthilata serokê kevin Mûamar Al Qadafî anî, duberî di nava hikûmetên rikeber da dom dikir li herêmên cûda yên wî welatî heta ku rêkeftin derbarê agirbestê çêbûyî li Oktobera borî û li gor rêkeftinê divê di nava 90 rojan de, 3 mehan de hemû kirêgirtî û çekdarên biyanî ji Lîbya derkevin.

Niha Lîbî pêşwaziyê li bîranînan 10ê ya serhildana jinavbirina desthilata berê ya Qadafî û kuştina wî dikin, li bajarê Bengazî, Lîbya.

Norland got "Derbarê hêzên biyanî, ya rastîn hêjî ew hêz derneketine, û hewlesta me ya bingehîn, ewe ku nabe çaverê bîn heta ku hilbijartin çê dibin ku hin pêşkeftinên jibo vê armancê pêk bên". Heriwa wî got yek ji sedemên ku hilbijartin gelek giring bin, ewe ku hikûmeta rewa ya Lîbî, ya tam bawerpêkirî ş bi şêwek rewa be, şiyan hebin û êdî bêjîte aliyên biyanî "Dem hatiye ku hêzên xwe derxînin."

Norland dibêje, yên ku li konferansa Berlin amade dibin herwiha dê derbarê "çalakiyên têkdana aramiyê ji aliyê grûpên çekdar û terorîst" danûstandin bihên kirin, wî îşaret bi êrîşên vê dawiyê da yên ku li Lîbya ji aliyê Dewleta Îslamî ya tundrê DAIŞê ve hatîn encam dan.

Berpirsên wezareta derve ya Amerîka dîsan bal kişand ser pêwîstiya berhingariya wan bihê kirin yên ku pirsa Holocaustê red dikin yan berovajî dikin, ku ev mijara danûstandinên di navbera Bilnken û hevpîşeyê wî yê Alman Heiko Maas be vê hefteyê.

Cherrie Daniels şandera Amerîka ya taybet bi pirsa Holocaustê gote rojnamevanan "Jiber kêm pêzanînên derbarê Holocaustê, kes û rêxistin, û hin caran hikûmetên tore înkara Holocaustê dikin û jibo her armancekê be, wê berovajî dikin."

Daniels herwiha got, piştevanî bo roşenbîriya derbarê Holocaustê û derencamên wê û pêkhatina wê dê alîkariya berpirsên hikûmetan û girseya gel jî bike li ser "Naskirina diyardeyên nû yên dijatiya cihûyan-Sammiyan, dikin, heta şêwyên din yên neheziyê" û bersivdana wan.

Dewleta Îslamê DAIŞ

Hilweşandina DAIŞê dê beşekî din yê serdana Bilnken be di geşta wî ya Ewrupa de, ku bi beşdariya wî û – Wezîrê derve yê Îtalya Luigi Di Maio konferansek li Roma pêk bê ku qunaxek din ya serdana Blinken e.

Herwiha hatiye plankirin ku Blinken beşdariyê di civîneke wezîran de bike li Îtalya derbarê Sûriyê û alîkariyên mirovahî.

Herwiha Bilnken dê di serdana xwe de here Fransa û hevdîtinan li gel serokê Fransa Emmanuel Macron bike jibo şopandina civînên serokê Amerîka Joe Biden yên vê dawiyê li gel hevpeymanan li herêmê û bihêzkirina têkiliyan bi rêya hevpeymaniya NATO.

Karbirêveberê Cêgirê wezîr yê pirsên Ewrupa û Asiya Philip Reeker derbarê serdana Bilnken Duşemê gote Rojanmevanan "Ya rastîn delîvek giringe jibo Bilnken peyama serok dubare bike û li gel hevpeymanên me yên herî kevin di warê hevkariyê de, di nav de ewlekariya cîhanî, û çakbûna ji pandemiyê û çakkirina hevpeymaniya me û nûjen kirina wan."

Herwiha hatiye plankirin ku Blinken serdana Vatican – Vatîkanê jî bike. Reeker dibêje, di rojeva serdana Blinken de, di civînan de, dê li ser guherînên Klîma û bazirganiya mirvan jî ête rawestîn

XS
SM
MD
LG