Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Piştgirîya Washingtonê ya jibo Îsraîlê Dubare Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê li Tel Avîvê piştgirîya Washingtonê ya jibo Îsraîlê careke din dubare kir.

Blinken, ku ji hêla Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ve hat pêşwazî kirin, ji rojnamevanan re got ku ew ne tenê wek Wezîrê Derve yê Amerîka, lê di heman demê de wek Cîhûyek jî serdana Îsraîlê dike.

"Jiber vê yekê serokwezîr, ez hem di astek kesane de, hem jî bo Cihûyên Îsraîlê û yên li her heremê, wateya komkûjîyên hovane yên Hamasê fêm dikim."

Serdana Blinken herwiha armanc dike ku peyamek hişyarîyê bişîne piştgirîya Hamasê dike, Îranê ku nekeve şerê heyî.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî di preskonferansa hevpar de bextewarîya xwe ji serdana Blinken re dîyar kir.

“Ev serdan wek nimûneyeke berbiçav ya piştgirîya bêhempa ya Amerîka ya ji Îsraîlê re ye. Wî pesna axaftina Serokê Amerîka Joe Biden da ku êrîşa Hamasê ya dijî Îsraîlê bi tundî şermezar kiribû.

Blinken li herîmî ye ku piştgirîya Washingtonê ya jibo Îsraîlê nîşan bide û azadkirina dîlên destê Hamasê gotûbêj bike û herwiha bi karbidestên Misirî re bipeyîve ku derîyê xwe ji sivîlên Filîstînî re veke.

XS
SM
MD
LG