Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken ji Fidan re Got ku Divê Swêd Demûdest Bibe Endama NATO 


Wezareta Derve ya Amerîka ser axaftina bi rêka telefonê ya Antony Blinken û hevtayê wî yê Tirk Hakan Fîdan daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Wê wezaretê ragihand ku Blinken û Fîdan ser mijarên herêmî û hevkarîya berevanîyê danûstandin kirine.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Blinken û Fîdan ser yekîtîya hevpeymanîya NATO peyivîne.

Li gor daxuyanîyê, Blinken ji Fîdan re gotiye ku Swêd divê demûdest bibe endama NATO.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Fînlandîya bû endama 31’an ya NATO, lê Swêd heta niha jî nehatiye pejirandin.

Tirkîye îdia dike ku Swêd jibo komên terorê mazuvanîyê dike ku ji Stcokhomê dixwaze dijî wan gavên berbiçav biavêje.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG