Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Hakan Fîdan Ser Daxwaza Swêdê ya Endamtîya NATO Axifin


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Tirk yê nû Hakan Fîdan îro Çarşemê li Londonê kom bûn.

Di civîna her du wezîran de yek ji mijarên serekî daxwaza Swêdê ya jibo endamtîya li NATO ye.

Tirkîye dibêje ew jiber kêşeyên xwe yên ewlekarîyê dijî endamtîya Swêdê disekine, lê endamên hevpeymanîyê dixwazin ku Swêd heta Hilcivîna Vilniusê, ku dê di Tîrmehê de li dar keve, bibe endam.

Blinken berî civîna bi Fîdan re dîyar kir ku ew dê ser endamtîya Swêdê biaxifin.

Wî got ku ewê ser hevkarîya aborî û enerjîyê jî danûstandinê bikin.

Wezîrê Amerîkî meha borî bang li Tirkîyê kiribû ku Swêdê demûdest wek endameke NATO bipejirîne.

Swêd û Fînlandîya di sala 2022’an de piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Fînlandîya di Nîsanê de bû endama 31’an ya NATO, lê Tirkîye hîn jî dijî endamtîya Swêdê disekine.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku heta ku Stockholm protestoyên dijî Enqerê ranewestîne ew nikarin bi awayekî erênî li endamtîya Swêdê binêrin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG