Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken li Rojhilata Navîn Hevdîtinên Ser Siberoja Gaza Didomîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken danûstandinên li Rojhilata Navîn didomîne.

Di roja sêyan de, Blinken bi karbidestên Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re danûstandin kirin.

Blinken piştî danûstandinên îro got ku dewletên herêmê dixwazin peywendîyên bi Îsraîlê re normal bikin, lê divê berê wê jibo avabûna dewleta Filîstînê rêkeke zelal çêbe.

Wî got ku daxwaza dewletên herêmê ya ser normalkirina peywendîyên bi Îsraîlê re baş xuya dibe û dibe ku bi vê daxwazê hin guherîn çêbin.

Heta îro çar dewletên Ereb bi peymanan peywendîyên bi Îsraîlê re fermî kirine Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn, Sudan û Mexrîb (Fas) in.

Amerîka jibo normalkirina peywendîyên Îsraîl û Erebistana Saudî danûstandin dikirin, lê piştî destpêbûna şerê Îsraîl û Hamasê ya Cotmeha borî, ew hewildan sekinîn.

Blinken piştî li El Ula bi Prensê Cîgir Mihemed bîn Salman re kom bû ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew ser siberoja herêmê peyivîne û li ser çend armancan lihevkirineke berfireh çêbûye.

"Divê Kenara Rojava û Gaza bi rêvebirina Filîstînîyan bibin yek û jibi normalkirina peywendîyan danûstandinan bikin."

Wezîrê Amerîkî jibo hewildanên dîplomatîk ya ser rawestandina berfirehbûna şerê li Gaza ji Cotmehê vir ve cara çaran serdana herêmê dike.

Blinken berî danûstandinên li Erebistana Saudî bi Rêberê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Mihemed bîn zayed re kom bûbû.

Blinken roja Yekşemê li Urdun û Qatarê danûstandin kiribûn û ji karbidestên re gotibû ku Washington naxwaze ku Filîstînî bi zorê ji Gaza werin derxistin.

Îro Sêşemê, Blinken wê li Îsraîlê bi karbidestan re ser siberoja operasyona li Gaza dipeyîve û ser berevanîya sîvîlan û alîkarîyên jibo wan jî gotûbêj bike.

Wî got ku ewê ser hewildanên jibo berdana dîlên li Gaza û nêrîna Amerîka ya jibo siberoja herêmê jî danûstandinê bike.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG