Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken dibêje, divê Îsraîl parastina sîvîlên li Gazayê, weke stanbdina tedbîra sereke di şerê xwe yê dijî Hamasê de bigire.
"Em ji hikûmeta Îsraîlî daxwaz dikin da ku piştrast bike ku parastina jiyana sivîlan dê bibe karê pêşî, û her weha gihandina alîkariyên ku hewcedariya gel pê heye," Blinken ji rojnamevanan re di konferansek vîdyoyî de ligel hevkarên navdewletî ev yek anî zimang. Blinken got, ew ê ji bo parastina welat û li hember gefên Hamasê çi hewce be ewê bikin.
Di konferansa xwe ya vîdyoyê de, Blinken bi hevtayên xwe yê Qibris, Brîtanya, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Qeter, Yekîtiya Ewropî û Neteweyên Yekbûyî re civiya da ku rêyên nû yên deryayî ji bo gihandina alîkariyê ji gelê Gazayê re gotûbêj bikin.
Jibo avakirina benderek demkî li beravên Gazayê, leşkerê Amerîkî keştiyek şandiye Deryaya Spî, bi armanca peydakirina alîkariyê û gihandina alîkariyên navnetewî bo xelkê pêdivî yê Gazayê.
Ajansa Penaberan ya Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) roja Çarşemê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ku navenda belavkirina xwarinê li rojhilatê Refahê, li başûrê kerta Gaza armanc girt, herî kêm karmendek wê hat kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn.
Îsraîlê operasyon li dij Gazayê encam dan, piştî ku Hamasê di 7'ê cotmeha 2023'ê de êrîşeke ji nişka ve biribû ser Îsraîlê ku di encamê de zêdetirî 1200 Îsraîlî û biyanî hatin kuştin û zêdetirî 240 kes jî di nav de zarok û jin dîl girtin.
Jêder: Ajans û Medya Amerîkî