Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku Hamas nûnertîya Filîstînê nake.
Blinken dîyar kir ku mafê her dewletî ye ku li hember terorîzmê berevanîya xwe bike, lê got ku rêbazên berevanîyê girîng e.
‘’Em dizanin Hamas, gelê Filîstînê temsîl nake û sîvîlên Filîstînî divê jiber kiryarên Hamasê neyên tawanbar kirin. Divê sîvîlên Filîstînî werin parastin.’’
Wî da zanîn ku di êrîşên Hamasê de bi kêmî ve 33 hemwelatîyên Amerîka hatine kuştin.
Li gor ragihandina Blinken, Amerîka dê 100 mîlyon dolar alîkarîyên din bişîne Gaza û Kenara Rojava ku bi wan alîkarîya 2,5 salan ya bo wan cihan dê rabe 1,6 mîlyar dolar.
Blinken bi berdewamî dîyar kir ku Îran tim dijî Îsraîlê gefan dixwe û got ku komên girêdayê wê di demên dawî de li Îraq û Sûrîyê êrîşan dibin ser karmendên Amerîkî.
Wezîrê Amerîkî got ku Amerîka naxwaze bi Îranê re şer bike, lê got ku Îran û kesên girêdayî wê êrîşên dijî Amerîkîyan bidomînin ewê berevanîya wan bikin.
Jêder: Reuters, VOA