Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got ku ewê di serdana Îsraîlê de bi karbidestên wî welatî re ser navbera mirovahî ya bi Hamasê re danûstandinê bike.
Blinken li Brukselê piştî civîna NATO di preskonferansekê de got ku ger navber mirovahî bidome wateya wê berdana pirtir dîlan û pirtir alîkarîyên jibo Gaza ye.
‘’Ya rast em tiştekî wisa dixwazin. Ez bawer dikim ku Îsraîl jî heman tiştî dixwaze. Em her roj ser vê yekê dixebitin û gava ez sibê çûm Îsraîlê ezê bi hikûmetê re ser vê mijarê bipeyîvim’’
Îsraîl û Hamasê bi rêkên navbeynkaran îro Çarşemê ser dirêjkirina navbera mirovahî danûstandin kirin.
Di navbera mirovahî de Hamasê ji 240 dîlan 60 dîlên jin û zarok berdan û li hember vê Îsraîlê jî 180 girtîyên Filîstînî yên jin û zarok berdan.
Blinken dê serdana Kenara Rojava û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî bike.
Çaverê ye Blinken bi karbidestan re ser siberoja Gaza û çareserîya bi du dewletan bipeyîve.
Jêder: Reuters