Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Blinken li Hember Îran, Çîn Û Rûsyayê


NATO foreign ministers meet in Bucharest
NATO foreign ministers meet in Bucharest

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro Yekşemê got ku rêveberiya Amerîka tevî Kongresê li ser pêşniyara binavkirina Rûsyayê wek "dewleta piştevanê terorê" dişêwire û li ser nûçeyên Îranê yên li ser nehiştina "polîsê exlaqî" ji aliyê Îranê ve nirxand kirin.

Blinken di hevpeyvînekê de ligel bernameya "Face the Nation" ya tora "CBS" ya Amerîkî, li ser biryara rayedarên Îranê ya ji bo bidawîkirina karê polîsên "exlaqî" ku li pişt xwepêşandanên mezin li bajarên Îranê bûn, got: "Ev girêdayî gelê Îranê ye û ne girêdayî me ye.

Û tiştê ku me piştî kuştina Mahsa Emînî dîtiye, wêrekiya nedîtî û tekane ya ciwanên Îranê ye, bi taybetî jinan, ku pêşengiya van xwepêşandanan kirine û li ser mafê xwe radiwestin ku bikarin tiştên ku dixwazin bibêjin, û tiştê ku dixwazin li xwe bikin. "

Blinken herwiha got, "Eger rejîmê niha bi awayekî bersiva wan xwepêşandanan da, dibe ku ew tiştekî erênî be, lê divê em bibînin ka ew çawa di pratîkê de bibih tê".

Blinken roja Yekşemê di hevpeyvînekê de ligel kanala CNN ya bi navê "Rewşa Yekîtiyê" got ku xwenîşandanên li Çîn û Îranê "ji bingeh de" têkiliya wan bi Amerîka re tu neye, lê "mirovên li her du welatan hewl didin nêrînên xwe diyar bikin, hewl didin ku daxwazên xwe bi cih bînin, û reaksyona herdu hikûmetan li hember wan xwepêşandana.

Wî tekez kir ku Washington piştgirî dide xwepêşanderên Çînê yên ku di rojên borî de li dijî siyaseta "sifir Covid" derketine, û diyar kir ku ew ê di destpêka sala bihê de dema ku ew serdana Çînê bike ewê vê mijarê behis bike.

Blinken di hevpeyvîna xwe ya bi "CBS"ê re li ser daxuyaniyên Cîgira xwe Wendy Sherman de nirxandin kir, wî got: "Ez dibînim ku şer (bi Çînê re) dibe, ji ber ku (Serok) Xi Jinping niha kontrola reha li ser Çînê heye. "

Wezîr got, "Em bi Çînê re di nav pêşbaziyek tund de ne. Helbet pêşbirk bi xwe tiştek xirab nîne, heya ku di bingeh de dadwer be û li ser erdê wekhev be.

Serok bi hestiyariyek tund tev digere ku pêşbazî neyê veguhastin bo pevçûnê. Biryara me heye ku em ji pêşbaziyê neçin pevçûnê."

Derbarê şansên "dîplomasiyê" bi Rûsyayê re di derbarê şerê li dijî Ukraynayê de, wezîr got ku "her dem sûd ji dîplomasiyê re heye, eger aliyên beşdar û di vê mijarê de Rûsya bi rastî bi dîplomasiya çêker re pabend be . Û tiştê ku me dît. Bi kêmanî di van demên dawî de, tam berevajî vê yekê ye, tewra dema ku serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji Ukraynayê hat welatên G-20 û pêşniyara aşitiyê kir, ji ber vê yekê Vladimir Putin çi kir? Wî pitir hêz kom kirin û erdê Ukraynayê xiste ser erdê xwe, û niha ew hewl dide ku zivistanê wekî çekek bikar bîne."

Dîsan wî got, Pûtîn "nikariye li qada şer bi ser bikeve", ji ber vê yekê ew sivîlên Ukraynayê û binesaziya enerjiyê dike armanc.

Blinken ji bêjerê televîzyonê yê bernama "Rewşa Yekîtiyê" re di bersiva pirsa: Çima rêveberiya Biden tevî daxwazên endamên Kongresa Amerîkayê Rûsya weke dewleteke 'piştevanê terorê' bi nav nekiriye?

Wî got, Putin xwest Ukrayna li ser nexşeyê nehêle, û nasnameya dewleta Ukraynê nehêle, lê ew biser neket. Hêzn Ukraynî gelek erdê xwe yê ku Rûsya xistbû jêr kontrola xwe vegerand, û aniha ew zivistanê wekî çekek bikar tîne bi qutkirina elektrîk û germkirinê ji Ukraynayê re, û ev hovatî ye, û em bi dijwarî piştgirîya Ukraynayê dikin bi piştrastkirina ku Ukrayna tiştên ku hewce dike ji berevaniya mûşekan û dabînkirina binesaziya enerjiyê werdigire, û me ligel hevkarên xwe sizayên nedîtî li dijî Rûsyayê dan sepandin, û em bi domdarî dê dê zêdetir fişaran xîne ser Rûsya."

Wî got jî, "Em niha ji bo qanûnekê bi Kongresê re kar dikin ku alîkariya me bike, kanê emê serderiyek çawan pêk bînin li hember derencamên eger me Rûsya xiste di rêzbendiya dewleta piştevana terorê." de.

XS
SM
MD
LG