Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken piştî serdana Urdun, Qatar, Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misir îro Duşemê vegerî Îsraîlê.
Danûstandinên Blinken yên bi dewletên Ereb yên herêmê re 4 rojan dom kirin.
Blinken li Tel Avîvê bi serokwezîrê Îsraîlê re kom bû û ser rewşa dawî û alîkarîyên jibo sîvîlan danûstandin kirin.
Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku Blinken ji karbidestên Îsraîlê re dîyar kiriye ku Washington piştgirî dide mafên berevanîyê yên Îsraîlê yên dijî terorîzma Hamasê.
Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinken ji karbidestên Îsraîlî re gotiye ku ewê Washington jibo berevanîya hemwelatîyan bi biryar e ku alîkarîyê bide hikûmeta Îsraîlê.
Blinken di danûstandinan de dîyar kir ku ew dixwazin ku dîlên di destê Hamasê de bi awayekî ewle werin berdan.
Artêşa Îsraîlê îro Duşemê ragihand ku hejmara dîlên ku Hamas û komên din yên Filistînîyan girtine 199 e.
Wê artêşê eşkere nekir ku ji wan dîlgirtîyan çend kes Îsraîlî û çend kes biyan in.
Jêder: VOA, Reuters