Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Derfeteke “Pir Mezin” a Îsraîlê Heye Ku Tevlî Rojhilata Navîn Bibe


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Şemiyê got: "Derfeteke pir mezin" di mehên pêş de heye ku Îsraîl di Rojhilata Navîn de entegre bibe, di demekê de ku welatên Ereb amade ne têkiliyên xwe bi wî welatî re normal bikin.

Blinken di paneleke Konferansa Ewlehiyê ya Miyûnîxê de axivî û bal kişand ser pêdiviya "lezgîn" a dewleteke Filistînî, ku dê ewlehiya Îsraîl jî misoger bike, li gor Blinken.

Serokê Frensa Emmanuel Macron jî roja Înê got ku naskirina dewleta Filistîniyan ji bo Fransa êdî ne tabû ye, û pêşniyar kir ku Parîs dikare biryarê bide heger hewildanên çareseriya du dewletî, ji ber dijberiya Îsraîlê, rawestin.

Îsraîl li dijî serweriya Filistînî ye û dibêje ew yek dê kontrolkirina ewlekariya tevahî ya Îsraîlê li rojavayê Urdunê têk bibe.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG