Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken roja Çarşemê got ku tunekirina Hamasê û kêmkirina qurbanîyên sivîl berpirsyariya Îsraîlê ye û divê ew di navbera herduyan de alîsengiyê çêke.
Di preskonferansekê de Blinken got ku Îsraîl "neçar e ku pêgirî wan her du tişatn be. Ji bo wê berjewendiyeke stratejîk e ku her du tiştan bi hev re bike."
Wî herwiha got, "Ji bo çareseriya du dewletî bo hemî aliyan stendina biryarên zehmet pêwîst dike, di nav de bo Amerîka jî."
Blinken tekez kir ku Washington "wê berdewam be li ser alîkariya Israîlê da ku bûyerên weke ya 7ê Cotmehê dubare nebin."
Wezîrê Amerîkî diyar kir ku divê cîhan givaştinê li Hamasê jî bike, ne tenê Îsraîlê, piştî ku jiber operasyonên Îsraîlê li ser Gazayê gelek rexne çêbûn.
Şerê li Gazayê gûr bû, piştî ku milîtanên Hamasê 7ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê ku bû sedema kuştina 1200 kesan ku jin û zarok jî di nav de hebûn, û 240 dîl ji hemî teman dîl hatin girtin û revandin, ev jî êrîşa herî kujer ya li dij Îsraîl bû di 75 salên borî de.
Zêdetirî 74 rojan e ku Îsraîl êrîşên domdar dike ser Gazayê bi armanca tunekirina Hamasê, ku li gorî karbidestên tenduristiyê yên li Gazayê, nêzî 20,000 kes ku piraniya wan jin û zarok in, hatine kuştin û 10 hezaran birîndar hene.