Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken jibo Danûstandinên Ser Agirbesteke li Gaza Careke Din Diçe Rojhilata Navîn


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku wezîr Antony Blinken jibo danûstandinên ser agibesteke li Gazayê û dawîkirina şerl navbera Îsraêl û Hamasê îro Duşemê wê here Rojhilata Navîn.

"Wezîr Blinken wê li seranserî herêmê girîngîya dawîkirina şerê li Gaza, azadkirina hemî rehîneyan û siviktirkirina êşên gelê Filîstînê gotûbêj bike. Ewê nîqaşên ser plansazîya qonaxa piştî dawîbûna şer bidomîne û bal bikşîne ser pêgirîya hewcebûna danîna rêyeke nû ku derfet bide Filîstînîyan ku jîyanên xwe jinûve ava bikin,” daxuyanêya wezaretê got.

Li gor ragihandina Reuters, Blinken wê bi rêberên herêmî re li ser girîngîya dawîkirina şerê Gaza biaxife û gihîştina çareserîyeke dîplomatîk ya jibo pirgirêkên navbera Îsraîl û Hizbullah de gotûbêj bike û herwiha piştrast bike ku divê xwarin, derman û alîkarîyên din yên mirovahî ji sivîlên li Gaza re werin şandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku ev serdana Blinken, piştî êrîşa 7'ê Cotmeha 2023'yan vir ve serdana 11'an e û serdan di vê demê de tê ku hewilên pêkanîna agirbesteke li Gaza piştî kuştina rêberê Hamasê Yahya Sinwar xurttir bûne.

Îsraîl di van rojên dawî de operasyonên xwe yên leşkerî li Gaza zêde kirine û karbidestên Filîstînî hişyarî didin ku sê nexweşxaneyên mayî di bin kêmbûna xwarin, şewit û pêdiviyên bijîşkî de hewil didin ku xizmetê bidin nexweşên li wê herêmê.

XS
SM
MD
LG