Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Serdana Moldovayê Dike


Blinken û Seroka Moldova Maia Sandu
Blinken û Seroka Moldova Maia Sandu

Seroka Moldova Maia Sandu îro Yekşemê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken kir û ji ber piştevaniyê spasiyên xwe pêşkeşî Amerîka kirin.

Ev yek di wê demê de ye ku hewlidanên derbarê serederiya ligel herikîna hejmarên zêde yên penaberên Ukraynî dom dikin.

Rûsya hin hêz li Moldova, li herêma nakokbar ya Transnistria hene.

Di dema preskonferensekê de ligel Antony, seroka wî welatî Sandu got ku li gor pêzanînên îstixbaratî heta niha guherînek di tevgera hêzên Rûsî li Transnistria çê nebûye, hebûna wan hêzên Rûsî weke "xala lawazîyê" bo Moldova tê dîtin.

Moldova yek ji welatên herî hejar e li Ewrupa, lê Maia Sandu got weke "erkek exlaqî" li ser welatê wê fere ku alîkariya xelkê Ukraynayê yên ji şer revîn bikin û wê bang li civaka navnetewî kir ku serederiya alîkariyê ligel 120 hezar penaberên Ukraynî bikin yên ku heta niha hatine Moldova.

Sandu got "Helbet em ji nêz ve rewşa li Transnistria dişopînin, heta niha çi pêzanîn, yan jî pêzanînên îstixbaratî nehatine yên derbarê guherîna (tevgera hêzan) li wê derê. "

Wê herwiha "ez dixwazim bibêjim ku hin hêzên Rûsî bi şêweyekî neqanûnî li welêt hene, ev jî helbet xala lawaziyê ye."

Sandu dîsan got, heta niha wan pêzanîn nînin kanê niyeta hêzên Rûsî yên li Moldova dimînin dê beşdariyê di şerê li Ukrayna de bikin yan na, lê li vê herêmê em nikarin hest bi ewlekarî û tenahiyê bikin bi taybet piştî ku wan êrîş û şerê li Ukrayna dibînin û dişopînin, weke Sandu dibêje.

Di beşekî din yê axiftina xwe de Maia Sandu got "her çende hatina hejmara zêde ya penaberan ji welatê cîran pirsgirêkek mezine, lê em nikarin pişta xwe bidin van kesan, pirraniya penaberan, zarok, jin û pîr û kalin, piştî rêwîtiyek dirêj ya revîna ji şer ew digehin sinorên me di westiyayî û bê hêvî, ji erka me ya exlaqîye ku alîkariya wan bikîn û emê bi hemî şiyanên ku didest me de hene alîkarîya wan berdewam bikîn."

Antony Blinken, Wezîrê derve yê Amerîka, di serdan xwe ya Yekşemê 6ê Adarê de bo Moldova rêberên wî welatî piştrast kirin ku Amerîka dê hemî hêza xwe bikar bîne bo komkirina dijberiya navnetewî ya li dij êrîşa dojminkarî ya Rûsî "kengî û li kuderê bibe, ewê bikin", Blinken ev axiftin kir dema li kêleka seroka Moldova Maia Sandu rawestiyayî bû.

Derbarê pirsa ku Washington dikare çi garantî bide Moldovayê ji ber êrîşa Rûsyayê ya li hember Ukraynayê, Blinken bal kişand ser hewildanên Amerîka yên ji bo seferberkirina bersiva navneteweyî ya ku Rûsyayê bitenê dihêle û zirarê dide aboriya wê, "Kengî û li ku derê dibe, ku êrîş pêk bên, em ê heman tiştî bikin," Blinken got.

Amerîka ne pabend e, ku Moldovayê biparêze ji ber ku weke Komareke Sovyeta berê, mîna cîrana xwe Ukrayna, ne endama NATO ye.

Sandu aborîzana berê ya Banka Cîhanê ye ku di sala 2019'an de hate ser desthilatê û di hilbijartinên Tîrmehê de piştgîriyek mezintir bi dest xist û soz da ku têkiliyên nêzîktir bi rojava re çêke.

Moldovayê roja Pêncşemê bi awayekî fermî serlêdana endametiya Yekîtiya Ewropayê kir. Dibe ku ev hewildane Moskovayê nerihet bike, ku tê texmîn kirin 1,500 leşkerên Rûs li herêma veqetandî ya Transnistria li rojhilatê Moldovayê hene.

XS
SM
MD
LG