Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dê Ji Bo Afghanistanê Serdana Qeter Û Almanyayê Bike


Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken hefteya bê serdana Qeter û Almanyayê Dike ji bo guftûgoyên Amerîka li dor rewşa Afghanistanê.

Blinken roja Înê li wezareta derve ji peyamnêran re got ku geşta wî roja Yekşemê dest pê dike û wî spasiya Qeterê kir ku navendeke sereke bû ji bo wan kesên ku ji firokxaneya Kabulê derketin.

Blinken her wiha got ew li gel wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas serokayetiya kombûneke online li ser asta wezîrên 20 welatên cîhanê li dor Afghanistanê dike.

Blinken anî ziman ku Amerîka pêgir e bi pêşkêşkirina alîkariyê ji bo her Amerîkîyekî/ê ku dixwaze ji Affghanistanê derkeve û her wiha dê alîkar be ji bo bidestxistina vîzayên taybet yên koçberîyê ji bo wan Afghaniyên ku alîkariya Amerîkîyan kiribûn.

XS
SM
MD
LG