Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Wezîrê Derve yê Çînê yê Nû Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand ku ew bi Wezîrê Derve yê Çînê yê nû Qin Gang re axifîye.

Qin, ku li Amerîka balyozê Çînê ye, hefteya borî wek wezîrê derve hatibû erkdar kirin.

Blinken ji Twitterê dîyar kir ku ew bi Qin re ser peywendîyên Amerîka û Çînê û domandina kanalên vekirî peyivîye.

Pisporên sîyasetê dibêjin ku erkdarkirina Gang nîşan dide ku Çîn dixwaze peywendîyên sist yên bi Washingtonê re geş bike.

Wezareta Derve ya Çînê jî piştrast kir ku Blinken û Gang axifîne.

Li gor daxuyanîya wê wezaretê, Gang ji Blinken re gotiye ku ew dixwaze peywendîyên Pekîn û Washingtonê geş bike.

Qin yê 56 salî tê şûna Wang Yi ku di deh salên borî de wezîrê derve bû.

Wang yê 59 salî di Cotmehê de bûbû polîtburoya Partîya Komunîst ya Çînê û çaverê ye ew di sîyaseta derve de roleke mezintir bilîze.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG