Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Fikarên Wan yên Ser Refahê Didomin


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê got ku ewê ser operasyona çaverê ya Îsraîlê ya li Refahê hefteya pêş bi karbidestên Îsraîlê re biaxifin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Duşemê got ku jibo ew li hember Hamasê bi ser kevin divê ew operasyonê bibin ser Refahê û tevî fikar û hişyarîyên Washingtonê jî ragihand ku dema operasyonê dîyarkirî ye.

Blinken piştî bi hevtayê xwe yê Brîtanî David Cameron re li Wezareta Derve kom bû ji rojnamevanan re dîyar kir ku Îsraîlê ji Washingtonê re ti dem zelal nekiriye.

‘’Berovajî dîyarkirina demê, danûstandinên me yên Îsraîlê re yên ser operasyona Refahê didomin.’’

Wî dîyar kir ku li ber e ku danûstandin hefteya pêş jî bidomin û got ku ne çaverê ye ku Îsraîl berî wan hevdîtinan operasyonê bibe ser Refahê.

Blinken ser gumana operasyona leşkerî ya li Refahê hişyarî da û dîyar kir ku ew jiber sîvîlên wir di fikaran de ne.

Wezîrê Amerîkî got ku Washington jibo agirbesta Gaza bi Qatar û Misirê re xebatan dimeşîne.

Li gor ragihandina Blinken, do Duşemê 400 kamyon derbazî Gaza bûne ku ew ji 7’ê Cotmehê vir ve hejmara herî bilind e.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG