Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Ewê li Kombûna G20 bi Wezîrên Rûsya û Çînê re Necive


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê got ku nîyeta wîn tuneye ku di civîna Koma G20 de bi wezîrên derve yên Rûsya û Çînê re bicive.

Blinken bo danûstandinan li Qazaqistan û Ozbekistanê bû û dê bo civîna G20 here New Delhi ya Hindistanê.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov û hemtayê wî yê Çînî Qin Gang dê beşdarîyê li civînê bikin û çaverê ye êrîşa hêzên Rûsî yên li ser Ukrayna beşeke girîng ya danûstandinan be.

Blinken dîyar kir ku di civînan de her çiqas ewê li hev rast werin jî ti plana wî tune ku ew bi wan wezîran re danûstandinê bike.

Karbidestekê Wezareta Derve ya Rûsya dîyar kir ku Lavrov armanc dike ku bi kêmî ve 7 wezîrên derve re bicive.

Civînên serekî yên G20 dê sibê Pêncşemê destpê bikin.

Blinken berî civînên G20, bi hevtayên xwe yên ji 5 welatên Asyaya Navîn re kom bû ku ew welat berê ji alîyê Moskowê ve dihatin rêvebirin û bi Çînê re peywendîyên wan yên xurt yên bazirganîyê hene.

Şerê Rûsya û Ukrayna zêdetirî salekê ye didome. Amerîka û hevbendên wê di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG