Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand ku ew ser rojnamevanê Amerîkî yê li Rûsya hatiye girtin bi fikar e.
Blinken ser desteserkirina rojnamevanê Wall Street Journal, Evan Gershkovich dîyar kir ku Rûsya bi hewildanên xwe dixwaze cezayê bide medya û Moskow şermezar kir.
‘’Jiber ku Rûsya rojnamevanekî ku hemwelatîyê Amerîka ye girtiye em di fikarên kûr de ne’’ Blinken di daxuyanîyekê de got.
Medyaya Rûsya dîyar dike ku Gershkovich gumanbar e ku wî sîxurî jibo berjewendîya hikûmeta Amerîka kiriye û ser Rûsya agahî berhev kirine.
Nûçegihanê Amerîkî berî ku di The Wall Street Journal de bixebite, li Moskowê jibo AFP’ê dixebitî û ew berê jî nûçegihanê The Moscow Times ya malpera nûçeyan ya bi Îngîlîzî bû.
Gershkovich bi Rûsî diaxfie. Dêûbavên wî li Amerîka dijîn, lê ew bi eslê xwe ji Yekîtîya Sovyetytê ya berê ne.
Jêder: AFP