Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Alozîya li Rûsya Dibe ku Heta Çend Mehên Din jî Bidome

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ser bûyerên li Rûsya axifî.

Blinken di bernameyeke hevbeş de, ku li ser CNN, ABC, NBC hat weşandin dîyar kir ku alozîya li Rûsya dikare heta çend mehên din jî bidome.

"Bûyerên li Rûsya qewimîne nîşan didin ku hin lawazbûn di desthilata serokê wî welatî Vladimir Putin hene."

Li ser pirsa ku ‘’Ew bûyer jibo Putin destpêka dawîyê ne?’’, Blinken got ku ew naxwaze ser vê mijarê spekulasyonê bike.

Blinken dîyar kir ku jibo gotinên ser siberoja çekdarên Wagner hîn zû ye û ew alozîyê mijara navxweyî ya Rûsya ye.

Wezîrê Amerîkî got ku di vê peyvajoyê de Serok Joe Biden hewil nedaye ku bigihîje Putin.

Ser bûyerên li Rûsya, Blinken bi wezîrên derve yên G-7 re peyivîbû.

Koma Wagner di dawîya hefteyê de heta 200 kîlometreyan nêzîkî Moskowê bûbû, lê piştre vekişîbû.

Bi pêşketina Koma Wagner re, ku bi ti berxwedaneke cidî re rûbirû nemabû, ser hûza Putin guman çêbûbûn ku nîqaş hîn jî didomin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG