Wezareta Derve ya Erebistana Saûdî îro Înê ragihand ku Wezîrê Derve yê Erebistana Saûdî, Emîr Feysel Bin Ferhan, bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Amerîkî Anthony Blinken re axift û behsa çend mijarên herêmî kirin.
Wezaretê di daxuyaniyekê de zelal dike ku her du wezîran li ser hevdîtina ku vê dawiyê bi mazûvaniya Erebistana Saûdî hat lidarxistin, jibo dîtina çareseriyek aştiyane bi rêkên dîplomasî bo bidawî anîna şerê Rûsyayê li Ukraynayê gotûbêj kirin.
Wê herwiha got ku wan danûstandin derbarê geşedanên li Sûdanê kirin ku " girîngiya rawestandina aloziya leşkerî di navbera aliyên nakok de, bidawîkirina tundûtûjiyê û kêmkirina asta aloziyê bi awayekî ku ewlehî û aramiya Sûdanê û gelên bira garantî bike."
Nûnerên nêzîkî 40 welatan, bi serokatiya Amerîka, Çîn, Almanya û Hindistanê, beşdarî danûstandinan hilcivîna Ceddah bûn, ku Rûsya tê de ne amade bû, ew civîn bi mazûvaniya bajarê Ceddah, di çarçoveya hewlên Memleketa Saûdiyê de ji bo lîstina roleke dîplomatîk di qada navneteweyî de.
Hêjayî gotinê ye ku Kîev piştî vê hevdîtinê ragihand ku ew ji hilcivîna ku Moskow ji bo wê nehatibû vexwandin "memnûn" e.
Serokê Rêveberiya Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak got: "Em ji encamên hilcivîn memnûn in."
Aşkere kir ku li ser lidarxistina civîneke nû li hev kirin, "lê demê civînê nehat diyarkirin" û bal kişand ser "beşdariya zêdetir welatan."