Wezîrê Derve yê Amerîka roja Pencşemê dîyar kir ku rola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jibo pêşîgirtina li vejandina cîhadîstên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîyê "girîng e."
"Di demekê de ku em dixwazin vê veguhêstinê bibînin... bi armanca rêyeke baştir ya jibo Sûrîyê, beşek jibo vê yekê jî, divê ew be ku DAIŞ careke din serê xwe yê gemar hilnede," Blinken di dema serdanekê de li Urdunê got.
Diplomatê Amerîkî destnîşan kir ku "Hêzên Sûrîya Demokratîk yên bi navê HSD'ê, jibo piştrastkirina wê yekê girîng in."
Blinken ev daxuyanî rojekê berîya ku biçe Tirkîyê da, û li wir wê bi Serok Recep Tayyîp Erdogan re di qonaxa duyemîn ya gera xwe ya krîza Sûrîyê de bicive.
Washington demeke dirêj e ku wek hevbendekî serekî dijî DAIŞ’ê de, piştgirîya HSD’ê dike û bihev re koma tundrê ya cîhadî li Sûrîyê di 2019’an de têk birin.
Lê, Enqere HSD’ê wek beşek Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya qedexekirî dibîne ku bi dehan salan e şerê dewleta Tirk dike, loma HSD jî wek rêxistineke terorê destnîşan kiriye.
Tevî ku Washington mafê Enqerê qebûl kiriye ku xwe ji tiştê ku ew wek gefa ewlehîyê dibîne, biparêze jî, dibêje ku ewê bi HSD re hevkarî û xebata xwe bidomîne.
"Tirkîye bi taybet di mijara PKK û terorê de ku jibo Tirkîyê gefeke domdar e, xwedî berjewendiyek rastîn û eşkere ye. Di heman demê, em dîsa rê liber ti cûreyek pevçûnên din li hundirê Sûrîyê bigrên," Blinken got.
Dîplomatê payebilind yê Amerîkî got ku wî "di van rojên dawî de gelek caran bi hevkarên xwe li herêmê re axifîye, û jibo pêşvebirina gelek berjewendîyên me yên hevbeş" li Sûrîyê,her kes li ser pêdivîya nêzîkbûnek yekgirtî li hevbîr bûn."
"Ezê gotûbêjên bi serok Erdogan û wezîrê derve (Hakan) Fîdan re li Tirkîyê bidomînim," Blinken got.
Hêzên Tirkîyê û çekdarên girêdayî wê ji 2016’an ve bi berdewamî şervanên HSD û herêmên xweser yên di bin kontrola wê de dikin armanc. Ji dema ketina rejîma Esed ve di 8’ê Berfanbarê de jî, ew êrîş zêde bûne.
Jêder: AFP