Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Bawer Dike ku Swêd û Fînlandîya Wê di Demeke Nêzîk de Bibin Endamên NATO


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got bi bawerîya wî Swêd û Fînlandîya wê di demeke nêz de bibin endamên NATO.

Blinken piştî civîneke bi hemtayên xwe yên Swedî û Fînlandî re got ku her du dewlet ji niha ve xwe li NATO bi cîh dikin.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên tifaqê, lê Tirkîye dijî endamtîya wan sekinî.

Tirkîye îdia dike ku Swêd û Fînlandîya mazuvanîyê terorîstên dijî Enqerê dikin û ji wan dixwaze dijî wan gavên girîng bavêjin.

Di rojên borî de Swêdê, penaberekî Kurd yê bi navê Mahmut Tat radestî Tirkîyê kiribû û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî kêfxweşîya xwe li ser wê gavê dîyar kiribû.

Blinken, ser helwesta Tirkîyê got ku ew ne mijareke navbera Amerîka û Tirkîyê ye û wê ti car jî nebe mijareke wisa.

Jibo ku Swêd û Fînlandîya bibin endamên NATO divê 30 endamên tifaqê bi yekdengî tevlêbûna wan bipejirînin.

Ji endamên NATO heta niha Macaristan û Tirkîyê endamtîyên Swêd û Fînlandîya nepejirandine.

XS
SM
MD
LG