Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Amerîka Alîkarîya Mirovî Dişîne Tirkîye û Sûrîyê


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got ku hikûmeta Amerîka beşdarî şandina alîkarîyê bo Sûrîyê û Tirkîyê bûye piştî ku erdheja bi hêza 7.8 roja Duşemê qewimî.

Di encama wê erdhejê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û deverên berfireh li başûrê Tirkîyê û bakurê Sûrîyê wêran bûne.

“Me heta niha bêtirî 150 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê şandiye Tirkîyê,” Blinken di dema hevdîtinekê de ligel hevtayê xwe yê Awsturayê roja Sêşemê de got.

“USAID, Ajansa Amerîka ya Geşepêdana Navnetewî, serkêşîya hewildanên me dike. Helîkopterên Amerîkî alîkarîya hewildanên bersivdana Tirkîyê li hinek cihên ku pir zehmet e bigihêjin, dikin. Em ligel hikûmeta Tirkîyê di peywendîyeke nêzîk de ne,” Blinken diyar kir.

Dîmenek ji wêrankarîya li bajarê Semsûrê
Dîmenek ji wêrankarîya li bajarê Semsûrê

Tîmên hawarçûnê ji dora 30 welatan berê xwe dane Tirkîyê yan jî Sûrîyê. Li deverên wekî Mereş, Semsûr û Hatay ku ziyaneke mezin jiber erdhejê dîtine, hikûmeta Tirkîyê hewil dibêje ku ew hewil dide alîkarîya ku soz hatiye dayîn ku were li van deveran zêde bibe.

Li Sûrîyê, karbidestê Amerîkî got ku alîkarîya Amerîka di vî warî de diçe "bo gelê Sûrîyê, ne bo rejîmê."

“Li Sûrîyê bi xwe, me piştgirîya darayî daye hevkarên mirovî yên Amerîkayê ku kordînasyona alîkariyê dikin. Em pêgir in ku wê alîkarîyê pêşkêş bikin da ku gelê Sûrîyê karibe ji vê karesatê derkeve,” Blinken got.

Dîmenek ji wêrkankariya jiber erdhejê li bajarokê Cindêrisa ser bi Efrînê ve.
Dîmenek ji wêrkankariya jiber erdhejê li bajarokê Cindêrisa ser bi Efrînê ve.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ew li hemû rîyan digere da ku alîkarîyê bigihîne qurbanîyên erdhejê li bakur û rojavayê Sûrîyê ku li ser destê çekdarên ser bi opozisyonê ye.

Yek ji deverên ku ziyan ji ber vê erdhejê dîtîye devera Efrînê ye ku niha li jêr kontrola komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve ne.

XS
SM
MD
LG