Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bliken di Salvegera Êrîşa Çekê Kîmyayî de li Sûriyê Daxuyanî Dide


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Duşemê dîyar kir ku Amerîka qurbanî û rizgarbûyên êrîşa Xûta (Ghouta) û êrîşên kîmayî yên din yên ku rejîma Esad kirine bi rêzdarî bi bîr tîne.

Di 21'ê Tebaxa 2013’an de, hêzên serokê Sûrîyê Beşar Esed dijî navçeya Xûta li nêzîk paytext Şam, bi gaza sarîn êrîşeke pêk anîn ku zedetirî hezar kesên sivîl hatin kuştin.
Antony Blinken di peyama xwe ya nivîskî de ku daneyek gihişte Dengê Amerîka bi bîr xist ku rejîma Esad berîya 10 salan gaza sarîn ya kujer avêtibû navçeya Xûta ya Şamê û di encamê de zêdetirî 1400 kes hatin kuştin.

“Piştî 10 salan, em bo dadmendîyê û hesabpirsîna ji berpirsên wan kiryarên hovane, hewlan didomînin, ” Blinken got.

Piranîya rêxistinên navneteweyî û welatên Rojavayî Esed wek berpirsê êrîşa Xûta dibînin. Pisporên çekan dibêjin ku sîstemên rokêtan yên hatine karanîn di cebilxaneya artêşa Sûriyê de hene.

Netewên Yekbûyî jî hikûmeta Esed ev deh sal in bi êrîşên dubare yên çekên kîmyayî dijî sivîlên Sûrî tawanbar dike.

Blinken bal kişand ku Sûrîyê hîn jî bernameya xwe ya çekên kîmyayî bi tevahî ranegihandiye û bi awayekî piştrastkirî ji holê ranekiriye; tevî pirsiyarîyên navneteweyî yên li gor Peymana Çekên Kîmyayî û biryara Civata Ewlekarîya NY 2118.

Hikûmeta Esed red dike ku wê ti carî çekên kîmyayî bikar aniye. Rûsya jî, hevalbenda serekî ya Sûrîyê, îdia dike ku êrîşa Xûta ji aliyê hêzên opozisyonê ve hatiye kirin, ku jibo destwerdana leşkerî ya biyanî bibe sedem.

Wezîr Blinken jî destnîşan kir Sûrîye red dike ku bo berpirsîyarîya karanîna çekên kîmyayî bigire ser xwe.

Lê Blinken neh êrîşên çekên kîmayî yên piştî êrîşa Xûta ji hêla rejîma Esed ve hatine kirin wek delîl nîşan da yên ku ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve hatine piştrastkirin.

Diplomatê herwiha bo berdewamîya piştvanîya bi civaka sivîl ya li Sûrîyê û hesapbirsîna ji berpirsîyarîyan biryardarîya Amerîka dubare kir.

“Emê berdewam bin, li ser piştgirîkirina bangên gelê Sûrîyê û civaka sivîl bo dadmendî û hesabpirsînê li hember tawanên ku li Sûrîyê hatine kirin, “ Blinken got.

Wî hevdem dîyar kir ku Amerîka ligel Sûrîyan e, di xebata bo siberojeke ku rêz li mafên wan yên mirov were girtin.

XS
SM
MD
LG