Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro Çarşemê hişyarî da ku operasyoneke nû ya Tirkîyê li hindurê Sûrîyê wê zararê bide îstiqrara herêmî.
"Em li dijî her awayê zêdekirina tundî û alozîyê li bakurê Sûrîyê ne û em piştgirî didin parastina xetên di çarçoveya agirbesta berê de," Blinken di preskonferansa bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg de got.
Blinken bi berdewamî got ku ji wan re fikar e ku operasyoneke nû wê îstiqrara herêmî xira bike û hêzên bi armanca neyênî dikarin wê operasyonê jibo berjewendîyên xwe bixebitînin.
Blinken şerê dijî DAIŞ'ê bi bîr anî û hişyarî da ku operasyon dikare zararêê bide wan hewilan jî.
“Em bi domdarî, bi rêka hevkarên xwe yên li li hindurê Sûrîyê dijî DAIŞ'ê şer dikin û em naxwazin ku tiştek vê yekê bavêjê xeterîyê."
Blinken bal kişand ku wan bi hevkarên xwe re DAIŞ xistiye qûtîyekê û ew naxwazin ew rewşa heyî bi ti awayî têk biçe.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê gefa operasyoneke nû ya leşkerî li ser du herêmên bakurê Sûrîyê nû kiribû û gotibû ku ewê “terorîstan” bikin armanc.
Wî gotibû ku ewê li sinorê xwe yê başûrê 30 kîlometre herêmeke ewle damêzirînin û Til Rifat û Minbic paqij bikin.