Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Wezîrê Derve yê Tirkîyê yê Nû Hakan Fîdan Pîroz Kir


Wezîrê Derve yê Tirkîyê yê nû Hakan Fîdan erka xwe ji wezîrê berê Mevlut Çavuşoglu sitand.

Fîdan piştî merasîma dewrkirina erkê spasîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku jibo wezîrtîyê bawerî bi wî aniye û ew erkdar kiriye

Wî dîyar kir ku ewê serwerîya îradeya gel û serxwebûna dewletê bidomîne û pêşketina di sîyaseta derve de bidomîne.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji Twitterê hevtayê xwe yê nû pîroz kir.

Blinken bi bîr xist ku Tirkîye hevbendeke wan ya hêja ye li NATO û dîyar kir ku ew li bendê ye ku bi Fîdan re bixebite.

Fîdan yê 54 salî di navbera 2015 û 2023’an de rêberîya îstixbarata Tirkîyê kir.

Jêder: VOA, Twitter

XS
SM
MD
LG