Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyama Amerîka di Serdana Blinken ya Enqerê de


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken (L) û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, Enqere 6ê Mijdarê, 2023.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken (L) û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, Enqere 6ê Mijdarê, 2023.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken piştî gera Îsraîl, Urdin û Iraqê îro Dûşemîyê serdana Enqerê kir.

Blînken bi Wezîrê Derva yê Tirkîyê Hakan Fîdan re serê sibê seat 10:30’an de li Avahîya Wezareta Derve hevdîtin çêkir û nêzîkî 3 saet şûnda ev civîn dawî bû.

Piştî hevdîtinê civîna çapemenîyê an jî daxûyanîyeke nivîskî nehat dayîn. Lê tê ragihandin ku di vê hevdîtinê de mijara sereke şerê Îsraîl û Hamas bû.

Tirkîyê dixwaze ku agirbestke were çêkirin û sîstemeke bi du dewletî were damezirandin. Fikara Tirkîyê ewe ku ev şer belavî herêmê nebe.

Berî serdana Enqerê Blînken di gera Îsraîlê de ragihandibû ku, Amerîka bawer dike ku agirbestek di êrîşa leşkerî ya Îsraîlî li Gazayê were çêkirin dibe ku grûba mîlîtanên Hamasê wek êrîşeke 7’ê Cotmehê pêk bîne. Ku ev êrîş di dîroka Îsraîlê de êrîşa herî xirab tê dîtin û zêdetirî 1,400 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 240 kes jî hatine revandin û dîl girtin.

Serdana Blînken ya Enqerê Gelo Tê Çi Wateyê?

Blînken di 12 Cotmehê de li Îsraîlê gotibû, “Ez tenê wek Wezîrê Derve na, ez wek Cihûyeke hatim.”

Ev gotina Blînken ji alîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû rexnekirin. Erdogan got “Heke tu wiha bêjî, wê gavê yek jî rabe bêje ‘Ez jî wek mislimaneke nêzîk dibim’ wîaxî tu yê çi bêjî."

Erdogan di her aqaftinê xwe de bang dike ku bila li Îsraîlê agirbest were çêkirin. Di vî warî de Erdogan Amerîkayê jî bi tundî rexne dike.

Huseyîn Bagci, Serokê Enstîtuya Polîtîkayên Derve
Huseyîn Bagci, Serokê Enstîtuya Polîtîkayên Derve

Prof. Dr. Hûseyîn Bagci serdana Blînken ji Dengê Amerîkayê re şîrove kir. Bagci, hatina Blînken girîn dibîne û vê serdanê jî wiha rave dike:

"Serdana Antony Blînken ya Tirkîyê gelek girîne, lê bi ya min serdaneke dereng mayîye. Tirkîye di serî de biendaze nêzîkî vê meslelê bû û dikaribû ku roleke navberkar bike û bibe garantor. Lê li ber gurbûna şer ev nebû. Blînken di serdanên xwe yê berê de nehat Tirkîyê, bi ya min ev xeletîyeke stratejîk bû. Lê di serdana xwe ya ve carê de dixwazin ku vê xeletîyê rast bikin."

Zanayê Sîyasî Ozgun Emre Koç jî serdana Blînken bi du alîyan temaşe dike. Koç ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku Amerîka him alîyê aborî û him jî stratejîk de dixwaze hin gavên nû bavêje:

Ozgun Emre Koç, Zanayê Sîyasî
Ozgun Emre Koç, Zanayê Sîyasî


"Desthilatîya Tirkîyê dixwaze ku di warê aborîyê de hin tiştên nû biceribîne, li ber vî jî pêwendîyê wî li gel Amerîkayê girînge. Serdana Blînken dikarim bêjim ku hêlekê de aborî di hêla din de jî geşedanên ewlekarîy û pirsgirêka Xazê cî digre."

Hêjayî bibîranînê ye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken herî dawî piştî erdheja 6 Şibatê hatibû Tirkîyê.

Serdana Blinken ya Tirkîyê_Raporta Enqerê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00
XS
SM
MD
LG