Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken li Kîevê Dibêje Beşek ji Alîkarîya Amerîkî Giheşt Ukrayna


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro li Kîevê ji serokê Ukraynî Vlodmyr Zelenskyy re got ku beşek ji alîkarîya girîng ya Amerîkî giheşt Ukryna.

Blinken, ku jibo serdanekê li Ukrayna ye, got ku ew alîkarî wê li erdê guhertinên pir mezin bike.

"Em dizanin ku niha demeke dijwar e, lê em herwiha dizanin ku alîkarîyên girîng di rê de ne ku beşek ji wan giheştine Ukrayna. Û ew alîkarî wê li qada şer, dijî êrîşkarîya Rûsî bandoreke pir mezin bike.”

Blinken, ji dema erêkirina paketa alîkarî ya 61 mîlyarî ya ji hêla Kongresa Amerîkî vir ve, karbidestê yekê yê Amerîkî ye ku serdana Ukrayna dike.

Zelenskyy jî ji Blinken re got ku tunebûna sîstemên berevanîya esmanî hember êrîşên esmanî yên mezin yên Rûsî yên ji Adarê vir ve, ku binesazîya elektrîkê dikir armanc, jibo wan pirsgirêka herî mezin bû.

Zelenskyy ji Blinken xwest ku sîstema Patriot bide Ukrayna. “Tiştê ku îro em bi rastî hewce ne, du Patriotên jibo Kharkivê ne jiber ku gelê wê derê niha di bin êrîşên muşekên Rûsî de ne.”

Alîkarîya Amerîkî ya ji mêjve çaverêkirî di vê demê de digihêje Ukrayna ku Kîev li enîya bakurê rojhilat û rojhilat rûbirûyê êrîşeke nû ya Rûsya maye.

Hêzên Ukraynî di nava sala yekê ya dagirkirina Rûsya de hin dever ji destê Rûsan derxistibûn, lê dijêrîşa Ukraynî ya sala borî lawaz ketibû û hêzên Rûsî di mehên dawîyê de însîyatîfa şer kontrol kiribû.

Alîkarîya leşkerî ya Amerîkî ya ji Kîev re jiber astengkirina Komarîyên li Kongresê, bi mehan li Washingtonê asê mabû û ew paket tenê meha çûyî ji alîyê her du partîyan ve hatibû pejirandin.

XS
SM
MD
LG