Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înê got ku li Ukrayna agirbestek ne pêkan e, ger ew ne beşeke lihevkirineke aştîyeke rewa û mayînde nebe û tê de vekişîna hêzên Rûsî yên ji Ukrayna cîh negire.
“Agirbesteke ku xetên şer yên heyî wek xwe bihêle û rê bide Rûsya Serokê Rûsya Vladimir Putin ku kontrola xwe li herêmên bin dagirkerîya xwe xurttir bike, behna xwe vede, hêzên xwe jinûve bicivîne û jinûve êrîşan bike. Ew ne aştîyeke rewa û mayînde ye,” Blinken got.
Blinken herwiha got ku dive Rûsya para xwe di hewilên jinûveavakirina Ukrayna jî bide û ji berpirsîya xwe ys ser dagirkerîya berfireh ya cîrana xwe Ukrayna qebûl bike.
“Bihêlî ku Moskow yek ji pêncê axa Ukrayna dagir bike wê mesajeke şaş bişîne Rûsya û hêzên din ku di siberojê de dikarin heman awayê êrîşkarî nîşan bidin.”
Wezîrê Derve Blinken ew daxuyanî di dema seredana xwe ya Fînlandîya da ku cîrana Rûsya ye û berî demeke kurt tev li NATO bûbû.