Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Rê Dide Welatên Baltîkê ku Çekên Amerîkî Bişînin bo Ukraynayê


Wezîrê Derv yê Amerîka Antony Blinken.
Wezîrê Derv yê Amerîka Antony Blinken.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Şemîyê rê da çend welatên Baltîk ku mûşekên dijî tank û firokeyan yên Amerîkî bişînin ji Ukraynayê re.

Ev gav di demekê de tê ku girjîya Ukraynayê ligel Rûsyayê zêdetir dibe.

Blinken li ser Twitterê got ku, “Min bilez kir û rê da û em bi temamî veguhestina alavên berevanî erê dikin ku hevalbendên NATO’yê, Estonia, Latvia û Lithuaniayê pêşkêşî Ukraynayê dikin jibo bihêzkirina karîna wê da ku berevanîya xwe hember dijminahîya bêwate û ne berpirsane ya Rûsyayê bike.”

Wezîrê Amerîkî herwiha spasîya van komarên berê yên Sovyetê û endamên NATO’yê kir “jibo piştgirîya wan ya berdewam ji Ukraynayê re.”

Ragihandina Blinken ya şandina çekan hat rojekê piştî ku dîyar bû ku Amerîka û Rûsya pêşketineke kêm di gotûbêjên derbarê krîza Ukraynayê de pêk anîne. Piştî dawîhatina gotûbêjên ser asta bilind roj Înîyê, herdu alîyan tenê soz da ku gotûbêjan dom bikin.

Rûsya dora 100,000 leşkerên xwe li ser sînorê ligel Ukraynayê kom kiriye ku Amerîka û welatên din yên Rojavayî dibêjin ev gav jibo pêkanîna êrîşekê li dijî Ukraynayê ye. Moskow jî vê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG