Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken derengê roja Sêşemê dîyar kir ku ew bi Serokomarê Nîjerê Mohamed Bazoum re peyivîye.
Blinken ji X’ê, ku berê wek Twitter dihat zanîn, got ku ew bi Bazoum re ser dîtina çareserîyeke aştîyane axifîye.
‘’Amerîka dubare dîyar dike ku ew dixwze Bazoum û malbata wî demûdest werin berdan.’’
Rêvebirîya Washingtonê dîyar dike ku derbeya leşkerî ya Nîjerê dikare bi rêkên dîplomatîk were rawestandin û serokomarê hilbijartî Mohamed Bazoum dikare vegere ser erka xwe.
Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka Victoria Nuland li Nîjerê bi nûnerên rêvebirîya derbeya leşkerî re rûbirû axifîbû.
Nuland dîyar kiribû ku civîna wan hem ji dil hem jî dijwar derbaz bûye.
Leşkerên derbeyê dibêjin ku jiber ku wan xwestiye rê li ber hilweşîna Nîjerê bigirin dest danîne ser rêvebirîya welêt.
Jêder: X, VOA