Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Bi Serdaneke Ji Nişkave Diçe Bexdayê


Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re civiya.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re civiya.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken Yekşemê bi serdaneke nişkave çû Bexdayê piştî gera xwe ya li Kenara Rojava Yekşemê serê sibê bidawî kir.

Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şîa al-Sûdanî bi Blinken re hevdîtin kir, li gor nivîsgeha serokwezîr ku her wiha got dê herdu serkirde metirsiyên bilindbûna şerê Îsraîl û Hemasê gotûbêj bikin.

Blinken di gera xwe ya berfireh ya Rojhilata Navîn de, serdana gelek welatan kir, di nav de jî Kenara Rojava û Îsraîlê û Urdinê, û tê çaverêkirin ku serdana Tirkiyê jî bike.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve, zincîre êrîşên rokêt û firokeyên bêfirokevan bingehên leşkerî yên ku hêzên Amerîkî li Îraqê vedihewînin kirine armanc.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG