Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Hişyarîyê Dide Rûsyayê ku Pênasînê bi Du Herêmên Ukraynayî Neke


Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro Çarşemê gaveke qanûndanerên Rûsyayê jibo pênasîna du herêmên li rojhilata Ukraynayê wekî herêmên serbixwe, şermezar kir.

Civata jêrîn ya parlemana Rûsyayê roja Sêşemê deng da jibo ku ji Serok Vladimir Putin daxwazê bike ku herdu herêmên Donetsk û Luhansk , wekî du komarên serbixwe pênasîn bike. Herdu dever ji alîyê cudaxwazên ser bi Rûsyayê ve ji sala 2014'an ve tên kontrol kirin.

Blinken di daxuyanîyekê de got ku “bicihanîna vê bernivîsê dê bêtir serwerî û yekîtîya axa Ukraynayê binpê bike. Ew herwiha binpêkirineke eşkere ya qanûna navnetewî ye, û pêgirîya ragihandî ya Rûsya jibo domkirina diplomasîyê jibo peydakirina çareserîyeke aştîyane ji vê krîzê re tîne jêr pirsê.”

Blinken hişyarî da ku gaveke wisa dê bibe sedema “bersiveke bilez û xurt ji alîyê Amerîkayê ve bi hemahengîyeke tevahî ligel hevalbend û hevparên me.”

Yekîtîya Ewrupayê jî bang li Moskowê kir ku Civata Dumayê dengdanê ser vê biryarê neke. Erêkirina vê biryarê dikare girjîya di navbera Rûsya û welatên Rojavayî de gûrtir bike, li vê dema ku Rûsya leşkerên xwe ser sînorê ligel Ukraynayê kom kiriye.

XS
SM
MD
LG