Civata Senatoran, Antony Blinken yê Serok Joe Biden bo wezîrîya derve kiribû berbijar, pejirand.
Li Civata Senatoran, 78 senatoran piştgirî dan Blinken û 22’yan jî dijî wî deng dan.
Berbijarîya Blinken hefteya borî li Komîsyona Peywendîyên Derve piştgirîyeke mezin sitandibû û çaverê bû ku her du partî jî piştgirîya wî bikin û ew bibe wezîr.
Antony Blinken ji zû de ye nêzî Joe Biden e. Blinken wexta Biden cîgirê Serokê berê Barack Obama bû, bo demekê cîgirîya wezîrê derve kiribû.
Ew di dewra Serokê berê Bill Clinton de ketibû Civata Ewlekarîya Neteweyî.
Blinken hefteya borî di rûniştina berbijarîyê de Tirkîye ser hevalbendîyê rexne kiribû û gotibû ku jiber ku Enqerê ji Rûsya muşekên S-400 sitandine divê ew toleyên dijî wî welatî jinûve binirxînin.
Wî dîyar kiribû ku ew hazir e ku bi dijwarîyên Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur çêdikin re rûbirû bimîne.