Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Derbarê Êrîşa AP ya li Gaze Ti Delîl Nedîtiye


Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Duşemê ragihand ku wî heya niha derbarê piştrastkirina îdaya Îsraîlê ku hebuna Hamas di avahîyeke li Gazeyê ti delîl nedîtîye.

Îsraîlê bi vê îdayê 15'ê Gulanê bi êrîşên esmanî avahîya ku têde ofîsên Associated Press û dezgehên ragihandinê yên din jî hebûn, hilweşandibû.

Blinken di pres konferansekê ya li Kopenhag, Danîmarka axifî; rojek piştî ku edîtorê sereke yê Associated Press (AP) jibo êrîşa esmanî ya Îsraîlê, banga lêpirsîneke serbixwe kir.

Sally Buzbee, edîtorê sereke yê AP got ku gel heq dike ku di derbarê

êrîşa ku tevî ofîsên AP, El Cezire û medyayên din avahî bi tevahî weran kir, rastîyan zanibe.

Îsraîlê avahîya el-Jalla ya bi 12 qatî hilweşand û îda kir ku Hamas avahîyê wek ofîsa îstixbarata leşkerî û bo pêşxistina çekan bikar dianî.

Buzbee destnîşan kir ku hikûmeta Îsraîlê hêj delîlên zelal yên ku piştgirîya êrîşa wê dike, pêşkeş nekiriye.

Artêşa Îsraîlê, qasî yek demjimêreke dem dabû da ku rojnamevanên AP û mirovên din ji avahîyê derkevin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê General Jonathan Conricus got ku Îsraîl delîlên ji bo Amerîka berhev dike, lê soza pêşkeşkirina di nava du rojên were, red kir.

Her wiha, rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî xwest ku bombebarankirina avahîyê ya ji hêla Îsraîlê ve, bi îhtîmala tawanekî şer, lêkolîn bike.





XS
SM
MD
LG