Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Bang li Artêşa Myanmarê Kir ku Sîyasetvanan Berde


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bang li artêşa Myanmarê kir ku sîyasetvanên hatine desteser kirin werin berdan.

Blinken da zanîn ku divê artêş kiryarên xwe demûdest bi şûnde vegerîne.

‘’Em dixwazin ku hemî karbidestên hikûmetê werin berdan û bo îradeya gelê Myanmarê ya bi hilbijartinên demokratîk yên 8’ê Mijdarê çêbûye rêz were girtin.’’ Blinken got.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki jî da zanîn ku Amerîka bûyerên li Myanmarê ji nêz ve dişopîne.

Psaki dîyar kir ku ger Myanmar venegere ser hewildanên demokratîk ewê Amerîka dijî berpirsan dest bi xebatên xwe bike.

Artêşa Myanmarê îro Duşemê serê sibê dest danîbû ser rêvebirîyê û bo salekê rewişa awarte ragihandibû.

XS
SM
MD
LG