Wezareta Derve ya Amerîka îro înê raghand ku wê wezîrê derve Antony Blinken wê hefteya pêş biçe Kamboçya da ku beşdarî civîna wezîrên Amerîkî derve yên Komeleya Neteweyên Başûr-Rojhilata Asya (ASEAN).
Wezareta Amerîkî da zanîn ku wê di civînê de pandemîya COVID-19, guherîna jingehê, rewşa Burma (Myanmar) û şerê li Ukrayna werin gotûbêj kirin.
Wezaretê dîyar kir ku piştî civînên 3-5’ê Tebaxê yên li Phnom Penh, Kamboçya wê Blinken serdana paytexta Fîlîpînê bike.
Blinken wê li Manila bi serokê welêt Ferdinand Romualdez Marcos û wezîrê Derve Enrique Manalo re bicive û hewlên xurtkirina hevalbendîya Amerîka û Fîlîpînê nîqaş bike.
Antony Blinken wê piştre serdana Komara Demokratîk ya Kongo (DRC) û Ruanda bike û heri dawî jî di 7-9’ê Tebaxê de li Afrîkaya Başûr hevdîtinan bike.
"Wezîr wê balê bikişne ser rola ku hikûmeta Ruanda ku ew dikare de bilîze, bo kêmkirina alozî û tundûtûjîya berdewam ya li rojhilata," wezaretê got.
Wezareta derve bi berrdewamî ragihand ku Blinken wê li Ruanda girtina xelet" ya rûniştvanê daîmî yê Amerîkî Paul Rusesabagina jî gotûbêj bike.
Paul Rusesabagina yê 67 salî di Îlona 2021’ê de ne bi 25 sal cezayê girtîgehê hat mehkûm kirin, bi heşt tawanên terorê yên ku girêdayê rêxistineke dijî desthilatdarîya Serokê Ruanda Paul Kagame ne.
Rusesabagina tevahîya tawanan red dike û herwiha ew beşdarbûna dadgehê jî qebûl nake jiber ew û alîgirên wî, darizandinêwek sextekarîyek siyasî bi nav dikin.