Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Wê Bala Amerîka li Ser Koçberîya li Belarûsê Be


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Pêncşemê dîyar kir ku ewê baldarîya ser kêşeya koçberan ya li Belarûsê bidomînin.

Blinken di serdana Nîjerya de ji rojnamevanan re ser kêşeya koçberan ya li Belarûsê axifî.

Wî dîyar kir ku Belarûs hewil dide koçberîyê bike ''mijareke çekan'' û da zanîn ku ew helwesteke ''dûrî mantiqê'' ye.

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku ger pêwîst be Washington wê dijî Belarûsê zêdetir toleyan ragihîne.

Bi hezaran koçberên ji Rojhilata Navîn li sînorên Belarûs û welatên Yekîtîya Ewrupa (YE), Lîtvanya û Polonya asê mane.

Karbidestan roja Pêncşemê kampên sereke yên li sînorê Polonya vala kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG