Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Serdana Brîtanya, Endonezya, Malezya û Taylandê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezareta Derve ya Amerîka îro Çarşemê dîyar kir ku Wezîrê Derve Antony Blinken dê bo civîna wezîrên koma welatên G7'an biçe Brîtanyayê.

Civîna wezîrên derve yên welatên G7'an ewê li bajarê Liverpool ya Brîtanya di navbera 10 û 12'ê Berfanbarê de were dar xistin.

Wezaretê ragihand ku Blinken ewê di civînê de bi endamên G7'an û welatên ku wek mêvan beşdar bibin re hevdîtinan bike, tevî Avustralya, Hindistan, Komara Koreyê, û endamên Komeleya Neteweyên Asyaya Başûr (ASEAN).

Hevdem, wezaretê got ku mijarên ewlehîyê yên mîna zêdebûna hêzên Rûsî yên ser sînorê Ukraynayê, vaksînên COVID-19, binesazîya cîhanî û mezinbûna li herêma Hindo-Pasifîkê ewê di rojevê de bin.

Wezareta Derve da zanîn ku Blinken ewê ji Brîtanya biçe Endonezya, Malezya û Taylandê da ku ser mijarên herêmî tevî rewşa Myanmarê jî, gotûbêjan bike.

Wezaretê got ku serdana Blinken ya wan welatan dê di navbera 9-17 Berfanbarê pêk were.

Her wiha, wezaretê destnîşan kir ku ewê Biden rêwîtîya xwe piştî civîna Fermandarê INDOPACOM Amîral John Aquilino re ya li Honolulu, Hawaii, bi dawî bike.

XS
SM
MD
LG