Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken bang li dîplomatên Amerîkî yên li seranserê cîhanê kir ku welatên têkoşîna dijî guherîna îqlimê pûç dikin ku hişyar bikin.
Anthony Blinken, berî hilcivîna onlayn ya ser îqlimê, ku dê vê hefteyê bi mazubanîya Amerîka li dar keve, li Annapolis ya eyaleta Maryland axifî.
Serok Joe Biden 40 rêberên cîhanê vexwendibûn hilcivîna ser îqlimê.
Blinken da zanîn ku ger dewlet bo enerjîyê xwe zêdetir bispêrin komirê û daristanan qut bikin ewê bi hişyarîyên Amerîka re rûbirû bimînin.
Wî ser vê hişyarîyê bi awayekî eşkere navê ti dewletî neda.
Wezîrê Derve dîyar kir ku bo rêvebirîya Biden guherîna îqlimê dê yek ji mijarên sereke yên sîyaseta derve be.
Blinken herwiha da zanîn ku Amerîka dê bo dewletên di têkoşîna dijî guherîna îqlimê de qels in pirtir alîkarî bişîne û dîyar kir ku di sala 2020’an de ji jêderên îqlimê yên navneteweyî bi tenê 3 ji sedê ketiye destên wan.