Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Ser Danûstandinên Vejandina Peymana Navakî Îranê Rexne Dike


Dîmeneke ji pêş otela Grand Hotel Vîyana ya ku danûstandinên peymana navokî têne rêvebirin (Arşîv)
Dîmeneke ji pêş otela Grand Hotel Vîyana ya ku danûstandinên peymana navokî têne rêvebirin (Arşîv)

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê dîyar kir ku ew ser vejandina peymana navokî ya bi Îranê, hindik sedem hene ku ew geşbîn bin.

Blinken got ku ewê yek yan du rojan de fêm bikin ku Îran wê bi nîyeteke baş danûstandinan bike yan na.

Blinken li Stockholmê ji rojnamevanan re got ku ew texmîn dike ku sibe yan dusibe ewê bibînin ku Îran bi rastî çareserîyê dixwaze yan ne.

Wî bi berdewamî got ku tevgerên vê dawîyê, gotarên vê dawîyê, gelek sedemên geşbînîyê nadin wî.

Daxuyanîyên Blinken di roja çara ya danûstandinên nerasterast yên li Vîyana yên di navbera Îran û Amerîkayê de, yên bo her du welat bi tevahî vegerin peymana navokî têne kirin, hat.

Li gor peymana navokî, Tehranê di berdêla rakirina toleyên Amerîka, Yekîtîya Ewrupa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bernameya xwe ya navokî sînor kiribû.

Serokê berê Donald Trump, Amerîka di 2018’an de ji peymana navokî vekişandibû û Îranê jinûve dest bi binpêkirina sînorên peymanê kiribû.

Danûstandinên nerasterast yên li Vîyana piştî Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hatibû hilbijartin di meha Hezîranê de rawestîbûn û piştî pênc mehan roja Duşemê jinûve destpê kiribûn.

Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya NY roja Çarşemê dîyar kir ku Îranê li navenda Fordowê, bi santrîfujên pêşketî, dest bi pêvajoya

" Îran nikare li alîyekî de danûstandinên bimeşîne û hevdem, li alîyekî din de jî bernameya xwe ya navokî bidomîne. Ev yek dê nebe," Blinken got.

Ne diyar bû ku Blinken dema ku daxuyanîyên xwe dida, ser pêşnîyarên herî dawî yên Îranê yên îro hatibû agahdar kirin yan na.

Dîplomatekî Ewrupî yê li Vîyana piştrast kir ku pêşnivîsa pêşnîyarên Îranê yên îro hatiye dayînê karbidestên Amerikî.

XS
SM
MD
LG