Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Girên Golanê bo Ewlekarîya Îsraîlê Pir Girîng In


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji kanala CNN’ê re dîyar kir ku Girên Golanê bo Îsraîlê girîng in.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2019’an de dîyar kiribû ku ew Girên Golanê wek axa Îsraîlê nas dikin û sîyaseta Amerîka ya li derve guherandibû.

‘’Li gor bawerîya min kontrolkirina Golanê bo ewlekarîya Îsraîlê pir girîng e. Kêşeya qanûnî mijareke din e. Ger bi demê re rewişa li Sûrîyê biguhere, emê jinûve li wê binêrin, lê em niha ji tiştekî wisa dûr in.’’ Blinken got.

Blinken dîyar kir ku rêvebirîya Serokê Sûrîyê Beşar Esad û mîlîsên bi piştgirîya Îranê dijî ewlekarîya Îsraîlê gefan çêdikin.

Şêwirmendên Biden di demên borî de gotibûn ku ewê biryara ser naskirina Golanê wek axa Îsraîlê, neguherînin.

Blinken da zanîn ku ewê balyozxaneya Amerîka li Orşelîmê bimîne ku rêvbirîya Trump ew bajar wek paytexta Îsraîlê nas kiribû.

Serokê Amerîka Joe Biden ji destpêka seroktîya xwe ve hîn bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re neaxifîye.

Trump û serokê berî wî Barack Obama di rojên pêşî yên seroktîya xwe de bi Netanyahu re peyivîbûn.

Blinken, li ser pirsa derbarê neaxifîna Biden û Netanyahu da zanîn ku ewê di demeke nêz de fersenda axifînê bi dest xin.

XS
SM
MD
LG