Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken di Serdana Yekê ya Derve de Giheşt Japonya


Blinken û Austin
Blinken û Austin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Berevanîyê Lloyd Austin îro Duşemê jibo serdaneke çar rojî ya herêmê giheştin paytext Tokyo ya Japonya.

Washington bi vê serdanê dijî hevrîkê xwe yê xurt Çînê, girîngîya hevkarîyên li herema Hîndo-Pasîfîk jinûve destnîşan dike.

Serdana Blinken û Lloyd ya ji 15 heya 18'ê Adarê, li Japonya û Koreya Başûr rewîtîya yekê ya derveyî Amerîka ya endamên kabîneya payebilind ya rêvebirîya Serok Joe Biden e.

Herwiha, serdan piştî hilcivîna serokên Amerîka, Japonya, Austuralya û Hîndistanê ya bi navê Quad pêk tê.

Pispor dibejin ku mijarên ji azadîya keştîvanîya li Deryaya Başûr û Rojhilata Çînê û ewlehîya veguhestina alavên teknîkî bigire heya pirsgirêka navokî ya Koreya Bakur rojeva hevdîtinên seredanê de ne

Dîsa, darbeya leşkerî ya li Myanmarê jî di hevdîtinan de cîhekî gîring bigire.

Di hilcivîna Quad de, biryarên mîna xebata bi hevra ya jibo Hînd-Pasîfîkekî azad û vekirî ku bo Tokyoyê re pêşengîyeke serekî ye û hemberî sîyaseta Pekînê di warên ewlehîya deryayî, aborî û herwiha înternetî de hevkarî hatibû girtin.

Çaverê ye ku her du wezîrên Amerîkî bi Serokwezîrê Japonî Yoshihide Suga re civîneke onlaynî bikin.

Yoshihide Suga, wek rêberê yekê yê biyanî di Nîsanê de wê serdana Qesra Sipî bike û bi Biden re bicive.

Blinken û Austin dê di hevdîtinên ku wek hevdîtinên 2 + 2 têne zanîn de bi Wezîrê Karên Derve yê Japonya Toshimitsu Motegi û Wezîrê Parastinê Nobuo Kishi re jî bicivin.

Herwiha, li ber e ku Blinken wê bi karsaz û rojnamevanên Japonî re jî bicive.

XS
SM
MD
LG