Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken bo Hilbijartina Azad Kolombîyayê Pîroz Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, Kolombîya jiber hilbijartina wê ya azad û dadmend pîroz kir.

Blinken dîyar kir ku ew dixwaze di dema herî kin de bi Serokomarê Hilbijartî Gustavo Petro re dest bi xebatê bike.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinken gelê Kolombîya jiber ku wan di hilbijartineke azad de daye bîhistandin pîroz kir.

Wezîre Derve Blinken da zanîn ku ew dixwazin peywendîya Amerîka ê Kolombîya xurttir bikin û bo siberoja neteweyên xwe ji berê çêtir bixebitin.

Gustavo Petro, ku gerîlyakî kevn e, di hilbijartinê de 50,5 ji sedê dengan sitand û bi ser ket û bû serokê çepgir yê yekê yê Kolombîya.

Cîgira Petro, Francia Marquez jî li Kolombîya bû cigîra serokomar ya jin ya reş ya pêşî.

Petro li Bogota ya payxtext da zanîn ku êdî li Kolombîya qonaxeke nû destpê dike.

Wî di kempeyna xwe ya hilbijartinê de gotibûku ewê dawî li newekhevîyên li welêt bîne.



XS
SM
MD
LG